Karbidestên Brezîlya îro Yekşemê radigihand ku jiber baranên pir li eyaleta Rio Grande do Sul, 143 kesan canên xwe ji dest dane û 125 kes jî winda ne.
Nifûsa Rio Grande do Sul 10,9 mîlyon e pirtir ji 537,000 kes jiber baranên zêde bê war mane.
Hikûmeta Brezîlya roja Şemîyê bi şev jibo felaketa li Rio Grande do Sul alîkarîya demûdest ya 12,11 mîlyar reai (bi qasî 2,34 mîlyar dolar) ragihand.
Li gor ragihandina hikûmetê jibo eyaletê heta niha pirtir ji 60 mîlyar riyal hatiye şandin.
Pisporên rewşa hewayê dîyar dikin ku çaverê ye îro Yekşemê pirtir baran bibarin û çemên dagirtî di ser re birijîne.
Bi atmosfera tropîkal û qutbî li eyaletê baranên zêde û demên hişk çêdibin.
Zanyarên herêmê radigihînin ku jiber guherîna îqlimê rewşeke wisa çêbûye.
Jêder: Reuters