Brazîl hêzên xwe dişîne ser sînorê xwe yê li gel Venzuela, di demekê ku girjî li wir bilind dibin piştî ku koçberên Venzuelî bi dizînê û lêdana tund a bazirganekî xwecihî hatin tawanbarkirin.
Biryare hêzên Brazîlî roja Duşemê bigihin ser sînor.
Li dirêjiya sê salên borî, ji ber kirîzên abûrî, siyasî û civakî yên Venzuela, dehan hezar Venzueliyan li Brazîlê doza penaberiyê kiriye.
Bazirgan roja Şemiyê rastî lêdaneka tund hatibû û rûniştvanên xwecihî koçberên Venzuelî tawanbar kirin.
Piştre, rûniştvan derbasî kampên wan bûn û tiştên wan şewitandin.
Polîsê Brazîlî got sedan Venzuelî ji ber tundtujiya Şemiyê reviyan û vegeriyan welatê xwe.