Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ezîz Osman Behsa Roja Dawî ya Brîtanya di Yekîtiya Ewrupî de Dike


Brexit
Brexit

Brîtanya îşev bi awakî fermî ji Yekîtiya Ewrupî derdikeve û di demekê de ku amadekarî ji bo vê boneyê dibine, hinek wê wek rojeke xemgîn tînin ziman.

Şîrovekarê siyasî Ezîzî Oman di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa roja dawî ya Brîtanya di YE de kir.

Osman ku li Londonê dimîne got:

“Di gelek cihan de, milet xwe amade dike ku bigihin hevdu û li hev bicivin, ji ber ku ew wê wek rojeke tarîxî dibînin û gelek jî bi xem in, ji ber ku wan fikir dikir ku ew bihêz in eger di Ewrupa de bimînin. Wek ku çawa ew di hilbijartinan de cuda bûn, îro jî bûne du beş.”

Osman anî ziman ku herçendî Brîtanya welatê yekem e ji YE derdikeve, lê tiştekî rijdî li ser erdê û bi awakî rasterast nayê guhertin, ji bo ber ku Brîtanya dimîne beşek ji axa Ewrupa wek her welatekî din ê ku ne di Yekîtiyê de ye, li gor Osman.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li gel Ezîz Osman
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00


XS
SM
MD
LG