Brîtanî di hilbijartina dîrokî de, îro Pencşemê diçin ser sindoqan ku biryara mayîn yan derketinê ji Yekîtîya Ewrupa bidin.
Di vê demê de dengdan destpê kiriye, rapirsîyên giştî nîşan didin ku piştevanên her du alîyan gelek nêzîkî hev in û ne dîyar e encameke çawa derkeve pêş.
Çavdêrên sîyasî çaverê dikin ku pişikdarîya dengdanê zêde be û bebeta kêşeya koçberîyê wê roleke girîng di encama dengdanê de bilîze.
Serokwezîrê Brîtanî David Cameron ku piştgirîya mayîne di nav Yekîtîya Ewrupayê de dike, do Pêncşemê banga dawî kir û got, Brîtanya di nav Yekîtîya Ewrupayê de xurttir û baştir e.
Cameron û piştevanên din dibêjin, eger Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupayê derkeve, dê aborîya wê xirabtir bibe.
Pispor dibêjin, encama dengdanê dê karîgerîyeke girîng li ser jîyana sîyasî ya Cameron bike jiber ku şikestina di vê dengdanê de destê wî gelek lawaz bike û ew neçar be karvekêşana xwe bide.