Di referanduma dîrokî de dengderên Brîtanî bi % 51.89 biryara derketina ji Yekîtîya Ewrupa dan.
Serokwezîrê Brîtanya David Cameron piştî wê encamê li ofîsa xwe ya 10 Downing Street ragihand ku ewê dest ji karê xwe berde.
“Gelê Brîtanî biryareke pir zelal da ku welêt ber bi rêyeke din ve here. Loma bi nêrîna min dive rêberekî nû hebe ku welêt bibe wê rêka nû,” Cameron got.
Cameron got ku wê cîhanîna biryarên referandumê di meha Cotmehê de pêk werin.
Pisporên sîyasî dibêjin bajarvanê berê yê Londonê, Boris Johnson ku endamê partîya Cameron e, bibe serokwezîrê nû.