Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Brezîlya, Bolsonaro Ser Têkoşîna Dijî Korona Rexne Dike


9.
9.

Serokê berê yê Brezîlya Luiz Inacio Lula da Silva, serokê welêt Jair Bolsonaro û rêvebirîya wî ser vîrusa korona bi tundî rexne kir.

Lula Da Silva bang li gelê Brezîlya kir ku di têkoşîna vîrusa korona û karanîna vaksînan de guh nedin nêrînên ‘’tinazker’’ yên Bolsonaro û rêvebirîya wî.

‘’Li biryarên bêwate yên serokomar yan wezîrê saxlemîyê nenêrin, vaksînan li xwe din.’’ Lula Da Silva got.

Wî bal kişand ku li Brezîlya roja borî bi qasî 2000 kes mirine û dîyar kir ku ewê di hefteya pêş de vaksînê li xwe de.

Jair Bolsonaro di axaftina xwe ya dawî ya ser şewbê de gotibû ku ‘’Hûn dê hîn çiqas dem li malê bimînin û her tiştî bigirin? Êdî kes damîş nabe. Em li ber mirinan dikevin, lê divê em çareserîyekê bibînin.’’

Bolsonaro bi henekî dîyar kiribû ku kî vaksîna Pfizer û BionTechê bikar bîne ewê bibe ‘’tîmseh yan jineke bi rih’’

XS
SM
MD
LG