Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hevjîna Serokê Brezîya Jair Bolsonaro, Michelle Bolsonaro bi vîrusa korona ketiye.
Ofîsa Seroktîya Brezîlya dîyar kir ku rewişa Xanima Yekê Michelle Bolsonaro baş e û ew li gor hemî protokolên bo nexweşên vîrusa korona tevdigere.
Roja Pêncşemê, Wezîrê Zanist û Teknolojî yê Brezîlya Marcos Pontes jî ji Facebookê dîyar kir ku ew bi vîrusa korona ketiye.
Pontes da zanîn ku ew xwe baş hîs dike, lê ketiye karantînê.
Berî Pontes, çar wezîrên din yên Brezîlya jî bi vîrusa korona ketibûn.
Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro, ku bi gotinên xwe yên dijî tedbîrên bo vîrusa korona tê zanîn, di 7’ê Tîrmehê de bi vîrusa korona ketibû û di 25’ê Tîrmehê de baş bûbû.
Brezîlya bi hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona, li dû Amerîka tê ku her d welat li cîhanê di rêzên pêş de ne.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brezîlya pirtir ji 2,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 90,134 kes bi wê mirine.