Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nû yê Brezîlya Wê di Gera Duyê de Dîyar Be


Posterên serokê Partîya Karkeran Lula da Silva û Serokê niha û serokê Partîya Lîberal Jair Bolsonaro

Di dora yekê ya hilbijartinên seroktîyê ya Brezîlya de serokê Partîya Karkeran Lula da Silva ji sedî 48.3 ya dengan bi dest xist û di rêza yekê de cîh girt.

Serokê niha û serokê Partîya Lîberal Jair Bolsonaro'nun jî, bi ji sedî 43.3 dengan li di rêza duyê de cîh girt.

Bi van encaman, serokê nû yê Brezîlya wê di dora duyê ya hilbijartinan de dîyar be, jiber ku bo qezanckirina seroktîyê herî kêm ji sedî 50 deng hewce dike.

Serokê berê yê Brezîlya Lula û serokê niha Bolsonaro wê di 30’ê Cotmehê de dîsa bikevin pêşbazîyê.

Brezîlya ku welatê herî qelebalix ya Amerîkaya Latîn e, do Yekşemê bo hilbijartina serok, walîyên eyaletan û endamên Kongresê çû ser sindoqan.

Lula, ku dora yekê ya hilbijartinan bi ser ket, di 2019’an de jiber tawanên gendelîyê hat girtin, lê piştî ku dadgeha bilind biryar da ku tawanbarîya ser wî siyasîye, ew hat berdan û bû berbijer.

Serokê berê yê sendîkayê Lula, berê 5 caran ji bo seroktîyê bû berbijer du caran bi ser ket û sê caran jî hinda kir.


Bolsonaro, leşkerê berê yê ku bi polîtîkayên xwe yên rastgir, dij-koçber û neolîberal tê nasîn, di dora duyê ya hilbijartinên 2018’an de, bi ji sedî 55’ê dengan li hember berbijarê Partîya Karkeran, Şaredarê berê yê Sao Paolo Fernando Haddad, bi serket û bû serokê Brezîlya.

XS
SM
MD
LG