Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Û Rûsya Ne li Gel Ambargoyên Tund Yên li Dij Koreya Bakur In


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping

Çîn û Rûsya dan zanîn ku, pêngavên zêde tund kirina ambargoyan li ser Koreya Bakur piştî têsta bombeya navokî ya vê dawiyê, nabe sedema tenahiyê li nîvgirava Korî, herdu welatan hişyarî da derbarê metirsiyên tevgereka leşkerî li dij Koreya bakur.

Vladimir Putin, serokê Rûsya roja Sêşemê dema di zîrweya BRICS ya her pênc welatan de, Brazil, Russia, Hind, Çîn û Başûrê Afrîqa beşdar bûbû got, ambargo dê bê encam bimînin û bandoreke xerab li rewşa mirovatiyê bike û eger ku, şerek biqewime dê bibe "derdeseriyek mezin li cîhanê", Putin ev yek li bajarê Xiamen, li Çînê bo rojnamevanan ragihand.

Dema ku, her 5 welatan komcivîna BRICS li bajarê Xiamen roja Yekşemê dabû destpêkirin, Koreya Bakur têsta bombeya navokî encam da, welatên beşdar di komcivînê de, hewildana Koreya bakur şermezar kir.

Li bakurê rojhilatê Çînê tirsek mezin ji sedema têsta bombeya navokî ya Koreya Bakur peyda bû, jiber ku ew di tirsin, tîrojên Atomê bigehin gelek herêman li Çînê, herwiha Çîn di tirse, ambargo bandoreke gelek xerab li ser rewşa êkonomî û bazirganiya Çînê bike, jiber ku, Çînê li bakurê rojhilat, bi dirêjahîya 1400 kîlometran sînor li gel Koreya Bakur heye û şerîkê herî mezin yê bazirganiyê ye li gel wî welatî.

Derbarê heman pirsê wezareta derve ya Çînê di daxûyaniya xwe de got, divê diyalog bihê berdewam kirin, jiber ku, rewşeke hestiyar li herêmê heye, divê danûstendinên çend salin hatine rawestandin car din bihên destpêkirin û pirs bi aştî çareser bibin.

Daxûyaniya wezareta derve ya Çînê dîsan dibêje ewê di Civata Ewlekariya Navnetewî de, pirsa ambargoyên ser K.B, li gel Rûsya û Amerîka gotûbêj bike, lê ew li gel rêbazên aştiyê ne bo çareser kirina pirsgirêkê li nîvgirava Korî, weke Geng Shuang berdevkê wezareta derve ya Çînê di peyama heyamkî ya wezareta derve de anîye ziman.

XS
SM
MD
LG