Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BRICS, Îran û Arjantîn û Hin Dewletên Din jibo Endamtîyê Vedixwîne


Rêberên dewletên BRICS’ê, ku li Afrîqaya Başûr kom bûne, biryar dan ku Arjantîn, Misir, Etopya, Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jibo endamtîyê vexwînin.

Serokomarê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa dîyar kir ku ew dewlet jibo endamtîya ji sersala 2024’an pê ve hatine vexwendin.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ser vexwendina mîrgehan razîbûna xwe ragihand.

Îranê jî dîyar kir ku vexwendina Tehranê serketineke stratejîk e.

Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed dîyar kir ku welatê wî hazir e ku bi BRICS’ê re hevkarîyê bike.

Endamên BRICS ya ku wek komeke dijî dewletên Rojavayî tê dîtin, Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çin, Afrîqaya Başûr in.

Serokên dewletên BRICS’ê do Çarşemê eşkere kiribûn ku ew dixwazin ku komê berfireh bikin.

Karbidestên Afrîqaya Başûr dibêjin bala pirtir ji 40 dewletan li ser endamtîya li BRICS’ê ye.

Kom, sala 2006’an ji alîyê Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Çînê ve, bi navê BRIC’ê hat ava kirin.

Sala 2010’an Afrîqa Başûr jî beşdarî li komê kir û navê komê bû BRICS.

Jêder: Retuers, AFP

XS
SM
MD
LG