Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîplomatên Rûsî yên Dersînorkirî Hazirîya Vegerê Dikin


Balyozxaneya Rûsî li Londonê

Dîplomatên Rûsî ku hikûmeta Brîtanya jiber êrîşa gaza jahrîn fermana dersînorkirina wan dabû, hazirî dikin ku ji wî welatî derkevin.

Medya Rûsî radigihîne ku mînîbusek îro Sêşemê li pêş avahîya balyozxaneya Rûsî li Londonê hate dîtin.

Brîtanya hefteya çûyî biryara dersînorkirina dîplomatên Rûsî dabû, bi sedema ku wan sîxûrê berê yê Rûsî Sergei Skripal û qîza wî Yulia li bajarê Salisbury jahr kirine.

Rûsya jî wek bersîvdana wê biryarê biryara dersînorkirina 23 dîplomatên Brîtanî dabû, ku çaverê ye di rojên were de ji wî welatî derkevin.

Rûsya red dike ku ti rola wê bi bûyera jahrkirinê de heye.

XS
SM
MD
LG