Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Hejmara Miriyên Koronayê Digihe Sînorê 20,000î


Li Brîtanya renge hejmara miriyên vîrusa koronayê îro Şemiyê bigihe 20,000 kes ku li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dane.

Di demekê de ku hejmara miriyan bilind dibe, hikûmet rastî rexneyan tê li dor bersivdana wê ya vîrusê.

Hikûmeta Brîtanya, li beramber welatên Ewrupî, bi awakî kêmtir qedexe û girtin sepandin û zehmetiyan di şiyanên xwe yên têstkirinan de dibîne.

Di Meha Adarê de, rawêjkarê zanistî yê hikûmeta Brîtanî gotibû ku hîştina hejmara miriyan di bin 20,000î de, dê “encameke baş be”.

Roja Înê di 24 demjimêran de, li nexweşxaneyên seranserî Brîtanya 684 kesan bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da û hejmara giştî bû 19,506an. Ev jî tê wateya ku îro Şemiyê renge hejmara giştî 20,000î derbas ke.

Di hejmara miriyên vîrusê de, Brîtanya welaltê pêncan e, piştî Amerîka, Îtalya, Spanya û Frensa.

XS
SM
MD
LG