Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO:Ti Belge Nînin ku Xweşbûyên Koronayê Careke Din Pê Nakevin


Rêxistina Cîhanî ya Saxlemiyê(WHO) îro Şemiyê got ta niha ti belge nînin ku xweşbûyên vîrusa koronayê careke din bi vîrusê nakevin.

Ajansa Neteweyên Yekgirtî di konferanseke rojnamevanî de hikûmet huşdar kirin li dijî dayîna bawername û pasportên parastinê ji bo kesên ku ji nexweşiyê başbûyî û got ev yek ne misoger e.

Wê got renge ev yek bibe hokar ji bo belavbûna bêhtir a vîrusê, dema ku kesên xweşbûyî pîvan û rênimayan paşguh bixin.

WHO nîşan da ku hin hikûmetan pêşniyar kiriye ku laşên xweşbûyên vîrusa SARS-COV-2 ya ku dibe sedema COVID-19, têne parastin û ew dikarin derkevin û vegerin ser karên xwe.

Welatê Çîlî hefteya borî gotibû ew dê “pasportên saxlemiyê” bide xweşbûyên vîrusê û ew dikarin yekser vegerin jiyana xwe ya normal.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG