Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hişyarî Li Dor Êrîşên Muhtemel Li Danîmarkayê Da


Denmark Shots
Denmark Shots

Brîtanya ji welatiyên xwe xwest ku dema diçin Danîmarkayê ji ber êrîşên muhtemel hişyar bin, piştî şewitandina Quranê ji hêla çalakvanên dijî Îslamê yên li Danîmarka û Swêdê ve ku Mislimanan hêrs kirine.

Brîtanya û hikûmeta Amerîkî berê hişyarî dabûn êrîşên muhtemel ên li Swêdê, ku roja Pêncşemê hişyariya xwe ya ji terorê rakiribû asta duyemîn.

"Îhtîmal e terorîst hewl bidin êrîşan li Danîmarkayê pêk bînin. Dibe ku êrîş bêserûber bin, di nav wan de cîhên ku biyanî lê zêde bin," wezareta derve ya Brîtanî di şîreteke rêwîtiya nûkirî de got.

Wê got ku desthilatdarên Danîmarkayê bi awayekî serketî jimareke êrîşên plankirî têk birin û gelek kes girtin.

Swêd her weha got ku ew êrîşên piştî şewitandina Quranê û kiryarên din ên li dijî pirtûka herî pîroz a îslamê ku misilman hêrs kirin û gefên cîhadîyan zêde kirin, têk birin.

Hikûmeta Swêdê got ji ber zêdebûna gefên li dijî berjewendiyên Swêdî yên li derve, wê ewlekarî li balyozxane û nûnertiyên din bihêztir kiriye.

Hikûmetên Danîmarkî û Swêdî herduwan jî şewitandin şermezar kirin û li ser guhertina yasayên ku dikarin wan rawestînin hizir dikin lê rexnegirên li hundur dibêjin ku tevgerên weha azadiya derbirînê ne ku di destûrên wan de parastî ne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG