Brîtanya piştî protestoyên şewitandina Quranê yên li Swêdê û Danîmarka îro Înê hemwelatîyên xwe jibo serdanên li Danîmarka hişyar kirin.
Berî vê hişyariyê, hikûmetên Brîtanya û Amerîka hemwelatîyên xwe ser êrîşên pêkan yên li Swêdê hişyar kiribûn ku wî welatî alarma terorê rakiriye asta bilind ya duyê.
Wezareta Derve ya Brîtanya dîyar kir ku terorîst dikarin li Danîmarka êrîşan li dar xin û got ku ew êrîş dibe ku li cîhên biyanî diçinê jî li dar kevin.
Karbidestên Danîmarka dibêjin ku wan jimareke êrîşan asteng kirine û çend kes girtine.
Swêdê jî dîyar kir piştî şewitandina Quranê, ku hêrsa Misilmanan rakiribû, wê êrîş rawestandine.
Wî welatî îro Înê ragihand ku jiber ku gef zêde bûne, wan ewlekarîya balyozxane û konsulxaneyên xwe yên li derveyî welêt xurttir kirine.
Hem hikûmeta Danîmarka hem ya Swêdê şewitandina Quranê şermezar dikin, lê dibêjin ku ew protestoyên wisa ne dijî qanûnên ser azadîya derbirînê ne.
Jêder: Reuters