Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanî Danûstandina bi Gurcistanê re Sînordar Dike


Wezîrê Derve yê Brîtanya David Lammy îro Duşemê got ku ew tundîya hikûmeta Gurcistanê ya dijî rojnamevan û xwenîşanderan şermezar dike.

Lammy dîyar kir ku ewê Brîtanya peywendî û hevkarîyên berevanîyê sînordar bike.

Partîya Xewna Gurcistanê di rojên borî de dîyar kiribû ku ew hewildanên ser beşdarîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) disekinîne.

Piştî wê biryarê li seranser Gurcistanê, ku nîfûsa wê 3,7 mîlyon e, protestoyên berfireh destpê kiribûn.

Polîsên Gurc dema protestoyan bi wan xwenîşanderên li hêla YE re bi tundî pev diçin.

Lammy dîyar kir ku helwesta polîsên Gurc nayê qebûl kirin û got ku divê bûyerên li welêt rawestin.

Wî got k heta ku hikûmeta Gurcistanê dawî li dûrketina ji normên demokratîk yên Ewrupa tîne ewê danûstandinên bi hikûmeta Xewna Gurcistanê re sînordar bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG