Berdevkekî Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer îro Pêncşemê got ku ew jibo serxwebûnîya Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) rêzdar in.
Wî berdevkî ev gotin ser biryara ICC’ê kir ku wê fermana girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrekî wî yê berê yê berevanîyê û rêberekî Hamasê fermana girtinê daye.
Wî bi berdewamî got ku ICC jibo lêpirsîn û vekolîna wan bûyerên ku fikarên navnetewî çêdikin, sazîya serekî ye.
‘’Îsraîl û demokrasî û rêxistinên terorî yên wek Hamas û Hizbullaha Lubnanê ji alîyê exlaqê ve ne tayê hevdu ne. Jibo dawî li tundîya hilweşîner ya li Gaza were me bala xwe daye ser hewildanên agirbestê.’’
Wezîra Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard jî dîyar kir ew û Yekîtîya Ewrupa (YE) piştgirî dide xebatên girîng yên ICC’ê.
Stenergard dîyar kir ku ew jibo serxwebûnîya ICC’ê rêzdar in.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan jî ser biryara ICC’ê got ku gaveke pir girîng e.
Fîdan ji X’ê got ku karbidestên Îsraîlî dijî Filîstînîyan jenosîd kirine û divê ew derkevin pêş dadgehê.
Jêder: X, Reuters, AFP