Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje di Kuştina Sulêmanî de Amerîka Maf Hebû Berevaniya Xwe Bike


Dominic Raab

Wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab îro Yekşemê got Amerîka di kuştina komandarê Îranî Qasim Sulêmanî de maf hebû ku berevaniya xwe bike.

Di bersiva pirseke BBC de li dor rewabûna vê kuştinê, Raab got:

“Ew mafekî berevaniyê bû… karê general Sulêmanî şerê bi wikalet û gurkirina mîlîtanan bû…êrîşkirina welatên rojava bû, ku bi awakî rewa li wir in û di vê rewşê de, mafê berevaniyê bi awakî diyar tê pêkanîn.”

Raab got ew nabîne ku kuştina Sulêmanî kiryareke şer e.

XS
SM
MD
LG