Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson îro Şemiyê got wî guman nîne ku dê serokê Amerîka Donald Trump bi awayekî bihêz baş bibe, piştî pêketina wî bi vîrusa COVID-19 û veguhestina bo nexweşxaneyê.
Johnson ji medya Brîtanî re got:
“Min guman nîne ku ew dê bihêz baş bibe... Ew bi awayekî xweristî xwediyê karektereke nerm e û ez bawer im ew dê bi awayekî çak wê derbas ke.”
Serokê Amerîka doh Înê, bi balafireke leşkerî ji Koşka Spî hate veguhestin bo nexweşxaneya Walter Reed li nêzîkî Waşintona paytext, ji bo wergirtina dermanê guncaw, piştî ku ew û xanima yekem Melania Trump bi koronayê ketin.
Tê zanîn ku serokwezîr Johnson bi xwe jî meha Nîsanê bi vîrusa koronayê ket û hatibû veguhestin bo nexweşxaneyê.