Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Vekişîna Ji Xerson ji bo Rûsyayê Sivikayetiyeke Din e


Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace
Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace

Brîtanya got ku vekişîna Rûsyayê ji paytexta tekane ya herêmî li Ukraynayê ku ji destpêka dagirkirina wê di Şibatê de girtibû, sivikiyeke din bû ji bo artêşa wê lê Mosko bi berdewamî gef e.

Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace roja Şemiyê di daxuyaniyekê de got: "Daxwaza vekişîna Rûsyayê ji Xersonê têkçûneke din a stratejîk ji bo wan nîşan dide."

Wallace got: "Di meha Şibatê de, Rûsyayê ji bilî Xersonê nekarî ti armancên xwe yên sereke bi cih bîne. Niha bi vê radestkirinê re jî, divê mirovên asayî yên Rûsyayê bê guman ji xwe bipirsin 'Ev tev ji bo çi bû?'"

Vekişîna Rûsî ya roja Înê nîşana sêyem vekişîna wê ya mezin a şer bû û ya yekem bû ku dev ji bajarekî weha mezin berda.

Wallace got ku artêşa Rûsyayê jidestdanên mezin yên mirovî kirin li beramber îzole û sivikia ku li ser asta navnetewî qezenc kir û Ukrayna dê bi piştgirîya Brîtanya û civaka navnetewî bidome.

"Her çend ku bixêrhatina vekişînê tê kirin, tu kes dê metirsiya berdewam a ji hêla Federasyona Rûsyayê ve hatî peydakirin biçûk nebîne," wî di dawiyê de got.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG