Wezîrê Berevanî yê Ben Wallace ragihand ku ewê firokên şer nedin Ukrayna.
Wallace dîyar kir ku ew dê di şerê Rûsya û Ukrayna de bi ‘’baskên sêhrbaz’’ tevnegerin.
Karbidestên Ukrayna bo şikandina êrîşên Rûsya ji welatên Rojavayî firokên şer yên F-16 yên Amerîkî dixwaze.
Amerîka heta niha ew daxwaza Kîevê red kiriye.
Serokê Amerîka Joe Biden di rojên borî de dîyar kir ku ewê firokên şer nedin Kîevê.
Rêvebirên Ukraynî hefteya borî piştî ji welatên Rojava sozên tankan sitandibûn gotibûn ku ewê êdî bala xwe bidin ser bidestxistina firokan.
Polonya û hin piştgirên din ser şandina firokan F-16 bo Ukrayna erênî diaxifin.
Jêder: AFP