Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Careke Din Bang li Hemwelatîyên Xwe Dike ji Lubnanê Derkevin

A
A

Hikûmeta Brîtanya îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku ew careke din bang li hemwelatîyên xwe dike ku demûdest ji Lubnanê derkevin.

Hikûmeta Brîtanî bi daxuyanîyekê got ku jibo hemwelatîyên wan ji Lubnanê derkevin wan hin firok bi kirê girtine.

Li gor daxuyanîya hikûmetê do Çarşemê pirtir ji 150 hemwelatîyên Brîtanya û kesên di bin berpirsîyên wan de bi firokeke kirêkirî ji Beyrutê hatine derxisitn.

Hikûmet dîyar dike ku ewê hin firokên kirêkirî îro Pêncşemê jî ji Firîngeha Refîk Harîrî ya Navneteweyî rabin.

Karbidestên Brîtanî dibêjin ku heta ku ewlekarî rê bide ewê firînan bidomînin.

Ser girjîya li herêmê, Fransa jî do Çarşemê bang li hemwelatîyên xwe kiribû ku demûdest ji Îranê derkevin.

Qibris, ku endama Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, dîyar dike ku ew jibo bîyan ji Lubnanê derkevin rêkan derketinê hêsantir dike.

Ew dewlet bi firokê 40 deqîqe û bi keştîyê jî 10 saetan dûrî Lubnanê ye.

Herî dawî sala 2006’an Îsraîl û Hizbullah li herêmê bi awayekî berfireh pev çêbûn ku wê demê di ser Qibris re 60,000 kes ji Lubnanê hatibûn derxistin.

Jêder: Reuters, VOA, AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG