Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya jiber Krîza Ukraynayê Dixwaze Hêza Leşkerê NATO'yê Xurt Bike


Boris Johnson, serokwezîrê Brîtanyayê.
Boris Johnson, serokwezîrê Brîtanyayê.

Hikûmeta Brîtanya roja Şemîyê got ku Brîtanya hizra pêkanîna hêzeke mezin ya NATO'yê dike weke beşek ji plana bihêzkirina sînorên Ewrupayê û bersivekê li hember komkirina hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê.

Brîtanyayê got ku ger Rûsya Ukraynayê dagîr bike ew dê bi ambargoyên bilez bersivê bidin û dê ji bo her du aliyan jî wêranker be.

Tê çaverê kirin ku Serokwezîr Boris Johnson heftîya tê serdana herêmê bike û bi telefonê ligel Serokê Rûs Vladimir Putin jî biaxive.

Ofîsa Johnson ragihand ku ew pêşniyara herî mezin ya pêkan bo endamên peymana berevanîyê ya NATO'yê li herêmên Nordîk û Baltîkan difikire û dê hejmara leşkeran duqat bike û çekên berevaniyê bişîne Estonyayê.

Johnson di daxuyaniyekê de got, "Ev pakîte dê peyamek zelal bişîne Kremlînê - ku em çalakiyên wan yên têkdana aramîyê qebûl nakin, û em dê her dem ligel hevalbendên xwe yên NATOyê li hember dijminatîya Rûsyayê ravestîn."

"Min ferman daye hêzên me yên leşkerî ku xwe amade bikin ku heftîya tê li seranserê Ewrupayê bicîh bibin, da ku em piştrast bikin ku em dikarin piştevanîya hevalbendên xwe yên NATO'yê bikin." Serokwezîrê Brîtanî got.

Karbidest dê hûrguliyên pêşniyarê li Brukselê heftîya bê bidawî bikin û wezîr dê roja Duşemê bijareyên leşkerî gotûbêj bikin.

Jiber rexneyên ku ew têra xwe naxebite, Johnson hewlên dîplomasîyê zêde dike û di destpêka meha tê de dê gera duyemîn bike da ku ligel hevkarên NATO'yê bicive, ofîsa wî eşkere kir.

Wezîrên derve û berevaniyê yên Brîtanyayê jî dê di rojên tê de biçin Moskowê ji bo danûstandinan ligel hevtayên xwe yên Rûs, bi armanca başkirina peywendiyan û kêmkirina aloziyan.

Lê serokê Ukraynayê û alîkarên wî yên berevanî û ewlehiyê nîyaza Putin ji gelek hevtayên xwe yên rojavayî cuda dinirxînin, her çend hem Waşîngton û hem jî Londonê hişyarî dane ku egereke mezin heye ku Putîn fermana dagîrkirina Ukraynayê bide.

Hişyarîyên Biden

Serokê Amerîkî Joe Biden
Serokê Amerîkî Joe Biden

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi heftîyan e hişyarî dide ku "egera berbiçav" heye ku Rûsya meha tê êrîşî Ukraynayê bike, û wî ew gotine roja Pêncşemê di gotûbêja têlefonê ya ligel serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy dubare kirîye, li gor Qesra Spî.

Wezîrê berevanîya Brîtanya, Ben Wallace, dibêje ku ew "ne geşbîn e" ku êrişa Rûsyayê ser Ukraynayê bihê rawestandin. Wî gote BBCyê dema ku serdana Berlînê kirî, hêşta "şansek" heye ku êrîş bihê ravestandin, lê serda got, "Ez geşbîn nîn im."

Rûsya red dike ku ew amadekariya êrîşeke mezin li ser Ukrayna dike, û hêzên Rojavayî bi hawarkirinê tawanbar dike. Kremlîn israr dike ku zêdetirî 100,000 leşkerên ku li ser sînorên Ukraynayê bicîh kirine, tenê beşdarî rahênanan dibin.

Lê Zelenskiy wisa dîyar e ku bawer nake ku Moskow dê Ukraynayê dagîr bike, lê ew dijî Ukrayna û Ewrupayê dê şerê derûnî berdewam bike, her wekî di deh salên borî de.

XS
SM
MD
LG