Balyoza Brîtanya ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Barbara Woodward îro Sêşemê ser êrîşên gumankirî yên Rûsya yên li Deryaya Reş hişyarî da.
Woodward got ku Rûsya dikare armancên xwe berfireh bike û êrîşan bibe gemîyên sîvîl yên li Deryaya Reş.
‘’Li gor agahîyên me, Rûsya nêzî bendergehên Ukrayna hin mayinên din bi cîh kirine. Em jî wek Amerîka difikirin ku Rûsya dixwaze bi planan xwe li Deryaya Reş mafdar nîşan bide."
Dîplomata Brîtanî dîyar kir ku serokwezîrê welêt Rishi Sunak îro dema bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re axifîye ew agahî dane wî.
Girjîya li Deryaya Reş piştî Rûsya ji peymana dexlûdan vekişî gurtir bûye.
Civata navnetewî hewil dide ku Rûsya vegerînin peymana dexlûdan û rê li ber krîza xwarinê bigirin, lê Rûsya dibêje ku ser nûkirina peymanê ti danûstandin çênebûye û bi şertên niha ne pêkan e ku peyman were vejandin.
Jêder: AFP, VOA
Brîtanya Hişyar Dike ku Rûsya Dikare li Deryaya Reş Êrîşan Bibe Ser Gemîyên Sîvîl
