Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Dronên Îranê Dijî Erebistana Siûdî Keştîyên Şer ên Brîtanî Dibin Herêmê

Wezareta Berevanîyê ya Erebistana Siûdî dibêje ku şeş dronên Îranî di hewldana êrîşkirina zevîya petrolê ya Şeybe de hatine xistin.

Zevîya petrolê ya Şeybe li herêma Rubi’ el-Xalî ya başûrê rojhilatê Erebistana Siûdî ye, pir nêzîkî Ebû Dabî, paytexta Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî ye.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer roja Înê ji Şahzadê Tac re got ku welatê wî amade ye ku alîkarîya padîşahîyê bike ku xwe biparêze, û balafirên şer, helîkopter û keştîyeke din a şer a Brîtanî ji bo herêmê hatine şandin.

Êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ketine roja xwe ya heftemîn û Erebistana Siûdî ya ku rikebereke demdirêj a Îranê ye, di rojên dawî de ji alîyê Îranê ve bi mûşekên krûz û dronan hatiye êrîşkirin.

Peyvdarê serokwezîr got ku Starmer ji Şahzadê Tac Mihemed bin Selman re piştrast kiriye ku Brîtanya amade ye ku heke pêwîst be piştgirîya parastina padîşahiyê bike.

Wî got ku rêberan li ser xurtkirina hevkarîya îstîxbaratê ji bo piştgirîkirina operasyonên parastinê û parastina sivîlan nîqaş kirine.

Droneke Îranî roja Duşemê baregeheke esmanî ya Brîtanî li Qubrusê kir armanc û Hikûmeta Qubrusê dibêje ku xuya ye ew dron ji alîyê Hizbullaha ku Îran piştgirîyê dide wê ve ji Lubnanê hatiye avêtin.

XS
SM
MD
LG