Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Sotlendayê de Partîya Alîgira Serxwebûnê Pêş Dikeve


Serokwezîra Skotlendayê Nicola Sturgeon
Serokwezîra Skotlendayê Nicola Sturgeon

Partîya Niştimanî ya Skotlendî(SNP), ku soz daye referandomekê ji bo serxwebûna ji Brîtanyayê li dar bixe eger desthilatê wegire, dê îro Şemîyê diyar bibe ka wê piranîya parlemana Skotlenda wergirtiye yan na.

SNP dibêje ew dê hewla dengdaneke nû bide eger piraniya kursiyên parlemanê wergire.

Ev yek dê bibe sedema pevçûnekê li gel serokwezîr Boris Johnson, yê ku dibêje ew dê her dengdaneke wiha red bike, ji ber ku welatîyên Skotlendî di sala 2014an de piştgiriya mayîna di Brîtanyayê de kir.

Encamên seretayî diyar dikin ku SNP dê bo cara çarem li cihê xwe bimîne û ta niha 40 kursî ji nav 49an qezenc kirine, di nav de jî li sê bingehên serke.

Lê li hin herêman piştgiriyek tê dîtin ji bo partîyên opozisyonê ku alîgiriya mayîna di yekîtîyê de dikin, ev jî nîşana wê yekê ye ku dê encam gelekî nêzîkî hev bin.

Encamên dawî dê îro Şemîyê werin ragihandin.

XS
SM
MD
LG