Serokwezîrê Brîtanî Rishi Sunak roja Şemiyê serokatiya civîneke komîta bersivdana awarte ya hikûmetê kir ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûdanê, û wezîrê berevaniyê Ben Wallace jî di nav amadeyan de bû.
Artêşa Sûdanê roja Şemîyê got ku ew razî bûye alîkarîya derxistina welatîyên biyanî bike.
Artêşê got ku Amerîka, Brîtanya, Fransa û Çîn dê "di demjimêrên pêş de" dîplomat û welatiyên xwe yên din ji Xertûmê derxînin.
"Em dizanin ku rewş ji bo welatiyên Brîtanî yên ku ji ber şerên li Sûdanê asê mane pir bi xem e," berdevkê hikûmetê got dema ku li ser şîroveyan hate pirsîn.
"Em her tiştî dikin ji bo piştgirîya welatiyên Brîtanî û karmendên dîplomatîk ên li Xertûmê, û wezareta berevaniyê bi wezareta derve re kar dike ji bo amadekariyên hejmarek rewşên awarte."
Roja Şemiyê, wezareta derve ya Brîtanya şîreta rêwîtiya xwe ya ji bo Sûdanê nû kir da ku hişyarî da ku "di bûyera agirbestê de, her biryarek ji bo gera li derve dibe berpirsiyarîeke kesane".
Çavkanî: Reuters