Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Dibe Êrîşa Karwanekî Sivîl Li Ukrayna Bi Mûşekeke Rûsî Be


Wezareta Berevaniyê ya Brîtanya îro Şemiyê got ku mûşeka ku di êrîşa li ser karwanê mirovî ya li Ukraynayê de hatî bikarînan "îhtîmal e ku mûşekeke berevaniya esmanî ya dûravêj ya Rûsyayê be ku di êrîşa bejayî de hatîye bikarînan."

Di raporê de hat gotin ku êrîşa roja Înê, di heman vê rojê da çêbû ku Serokê Rûsyayê Valdimir Putinî 4 herêmên Ukraynayê, di nav de Zaporizhzhia wek axa xwe ragihandin, di encamê de "Rûsyayê sivîlên ku niha ew wek welatiyên xwe îdia dike kuştin."

Herî kêm 23 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn di êrîşa li ser kesên ku ji bo rizgarkirina xizmên xwe yên ji xaka dagirkirî digeriyan de. Di êrîşeke din a li Mykolaiv de herî kêm 3 kes mirin û herî kêm 12 kes jî birîndar bûn.

Roja Înê, Pûtîn tevlîkirina herêmên Ukraynayê ragihand, dema ku Ukraynayê ragihand ku artêşa wê encamên girîng li rojhilatê welatî bi dest dixe.

Pûtîn di merasîmeke Înê de li Kremlînê got: "Gelê li Luhansk, Donetsk, herêma Kherson û herêma Zaporizhzhia dijîn êdî dibin hevwelatiyên me."

Zelenskyy doh Înê ragihand ku ew ji bo tevlêbûna NATOyê daxwaznameyek "bi lez" ya serlêdanê pêşkêş dike.

Amerîkayê tevlîkirina axa Ukraynayê ji alîyê Rûsyayê ve şermezar kir. Di daxuyaniyekê de, Serok Joe Bidenî tevlîkirina axa Ukraynayê wek sextekarî bi nav kir.

Biden got, "Rûsya qanûna navnetewî binpê dike, Peymana Neteweyên Yekbûyî binpê dike û li her derê bêhûrmetîya xwe ya ji bo neteweyên aştîxwaz nîşan dide."

Amerîkayê roja Înê li ser bi sedan kompanî û takekesên Rûsî çend ambargoyên nû ragihandin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniyekê de got ku Amerîka û hevalbendên wê dê lêçûnên bilez û giran deynin ser karbidestên din yên hikûmeta Rûsî, endamên malbatên wan, karbidestên leşkerî yên Rûsyayê û Belarusyayê, û torên kirîna berevaniyê, di nav de dabînkerên navdewletî yên ku piştgiriya artêşa Rûsyayê dikin.”

Di Encûmena Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî de, Rûsyayê roja Înê biryarnameya ku referandumên Rûsyayê wekî "neqanûnî" şermezar dike, veto kir.

Deh welatan piştgirî dan biryarnameyê, di nav wan de Amerîkayê û Albanya hebûn ku bergirî destnîşan kiribûn. Çar welatan - Çîn, Gabon, Hindistan û Brezîlya deng nedan.

Dengê yekane dijî biryarnameyê yê Rusyayê bû.

XS
SM
MD
LG