Nivîsîngeha serokwezîra Birêtanya Theresa May îro Yekşemê ragihand ku May di pêwendiyeka telefonî de ji serokê Amerîka Donald Trump re got wê “xemên kûr” hene li dor ragihandina pêşbîn a bacan li ser madeyên pola û Alumînyûm ji aliyê Amerîka ve.
Peyvdareka nivîsîngeha May got:
“Serowezîr xemên me yên kûr derbirîn li dor bacên pêşbîn li ser pola û alumînyûm û wê nîşan bi wê yekê da ku kiryareka piralî, ew riya tenê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanî bi awakî ku di berjewendiya hemî aliyan de be.”