Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamosteyên Brîtanî Naxwazin Dibistan di 1'ê Hezîranê de Vebin


Sendîkayên mamosteyên Brîtanî û şaredarî bang li hikûmetê dikin ku jinûve ser vekirina dibistanan bifikirin.

Hikûmeta Brîtanî biryar dabû ku hin dibistanan di 1’ê Hezîranê de veke.

Bi kêmî ve 11 şaredarîyan bi daxuyanîyan dîyar kir ku ew jiber dema vekirina dibistanan ketine fikaran.

Yek ji sendîkayên mamosteyên Brîtanî, NASUWT jî da zanîn ku jinûve vekirina dibistanan bo niha ne biryareke rast e.

Wezîrê Dadê Robert Buckland ji medya Brîtanî re got ku ew ser fikarên şaredarî û mamosteyan difikirin.

Buckland dîyar kir ku 1’ê Hezîranê bo hemî kesên li Brîtanya demeke girîng e û da zanîn ku rêvebirîyan dibistanan hin mijaran bixe rojeva hikûmetê.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Brîtanya pirtir ji 250,000 kes bi vîrusa korona 35,422 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG