Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Derketina Nifşek Nû Yê Koronayê Ewrupî Deriyê Xwe li Hember Brîtanya Digirin


Hejmarek welatên Ewrupî Yekşemê tedbîrên nû distînin jibo geştên çûn û hatina ji Brîtanya, jiber derketina nifşek nû yê vîrusa koronayê ku bi lez li wî welatî belav dibe.

Pêşî Belcîka biryar da ku geştên trên û esmanî rawestîne, herwiha Holanda jî geştên xwe paş xistin.

Îtalya jî dibêje, pêngavên pêdivî yên tedbîr standinê biavêje, Almanya jî dibe tedbîrên bistîne jibo geştên ji Britanya û Afrîqa Başûr ku li wê derê jî cûrek nû yê vîrusa korona hatiye dîtin, weke berpireskî wezareta tendirustiya Almanya ragihandî.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û zanyan roja Şemiyê ragihandbûn ku jiber derketina nifşek nû yê vîrusa korona nexweşî zêdetir belav bûye.

Hikûmeta Brîtanî tedbîrên taybet bo COVID-19 li London û dewrûberên wê standine û herwiha bo pîrozbahiyên cejna Krîsmasê ku mîlyonan kesan plan kirine.

Serokwezîrê Belcîka Alexander de Croo weke ajansa radio û Televziyoyan (VRT) ragihandiye ku wî biryara rawestindan hemî geştan ji Brîtanya kirîye bo maweyê 24 demjimêran.

Herwiha Serokwezîr têkilî bi Fransa re jî danîne jibo derbazbûna di rêyên bejahî de jî ku bi erebe û otombîlan kesek ji Brîtanya nekeve nav axa wan welatan, weke VRT radigihîne.

Wezîrê Derve yê Îtalya jî Luigi di Maio plana qedexeya hatin û çûna geştên ji Brîtanya ragihandîye û gotiye"tiştî herî giring parastina Îtalya û welatiyane".

Hikûmeta Holandî jî biryar daye û gotiye ku geştên esmanî ji Yekçemê rawestîne û dê heta 1 meha Kanûna Duyê ya 2021ê dom bike, herwiha jibo geştên bi rêyên dî jî dê tebîr bihên standin. Hikûmeta Holaandî got dema ku we karek giring nebe "seferê nekin".

Almanya dixwaze îşev hemû geştên esmanî heta 6ê meha Kanûna Duyê bo Brîtanya rawestîne, ev yek ji rojnama Bild ji zarê berpirsên dewletê daye ragihandin.

Hikûmeta Serokwezîr Angela Merkel dê di demekî roja Yekşemê de, dengî li ser mersomekê bide ku ji aliyê wezareta Tendirustiyê ve hatiye made kirin bo danûstndin û tedbîr standin û hevkariya welatên Yekîtiya Ewrupa li hember derketina nifşê nû yê vîrusa korona dê telefona serokê Fransa Emmanuel Macron jî bike, lê deng li ser vê pirsê ji serokatiya hikûmeta Almaniya derneketîye.

Li gor wezareta Tendirustî ya Nemsa (Austurya) jî plan dike ku geştên esmanî yên çûn û hatina Brîtanya rawestîne.

XS
SM
MD
LG