Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gireva Birçîbûna Kurdan li Tirkiyê di Parlamena Brîtanya De


Serokweîra Brîtanya Theresa May
Serokweîra Brîtanya Theresa May

Serokwezîra Brîtanya Theresa May daxwaz ji Tirkiyê kir da ku li gor mafên mirovan serederiyê li gel Kurdên ku ketine di gireva birçîbûnê de bike, yên ku demek dirêje bo hilandina dorpêça li ser Abdulah Ocalan Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan PKK yê li girava Îmarlî zîndankirî, ketine di gireva birçîbûnê de.

Xanim Theresa May roja Çarşemê dema di rûniştineke prlamana welatê xwe de amade bûbû, endama Parlamenê Liz Roberts pirsek derbarê Kurdên Tirkiyê yên ketine di girveva birçîbûnê de arasteyî wê kir û daxwaz jê hat kirin ku Brîtaniya fişaran bixe ser hikûmeta Tirkiyê da ku rêzê li mafên mirovan bigire û hewil bide dawiyê li girvên tirajîdîk yên birçîbûnê bînin.

Xanim Liz dibêje 48 parlamenteran namek nivêsîye derbarê ku, Kurd li seranserî cîhanê di nav de 4 kes li Brîtanya ketine di gireva birçîbûnê de , hene 143 rojin di gireva birçîbûnê de ne, hêvîdarin ku hûn fişaran bixin ser Tirkiyê, Liz ev daxwaz ji May kir.

May di bersivdanê de got, ev mijarek giringe, em çaverêne ku Tirkiye bi şêweke zelal rêzê li mafên mirovan bigire û li gor yasayê serederiyê li gel zîndaniyan bike û xizmentên ji hejî pêşkeşî wan bike.

Herweha xanim May dibêje, balyozê wan li Enqerê ev yek li gel berpirsên Tirk behis kirîye, lê dîsan Brîtanya dê berdwam hewil bide li gel Tirkiyê bo rêzgirtina li mafên mirov biaxife.

Ji hejî bîrxistinê ye ku zêdetirî 100 rojane hejmarek zêde ya Kurdan li gelek welatan û di zîndanên Tirkiyê de jibo ku dorpêça li ser Ocalan bihê hilandin ketine di gireva birçîbûnê de rewşa hin kesan xerabe.

Li gor HDPê heta niha nêzî 3 hezar kes ketine di gireva birçîbûnê de û 8 kesan di zîndanên Tirkiyê de giyanê xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG