Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje Amerîka û Polonya Wê Piştgirîya jibo Ukrayna Bidomînin


Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps got ku tevî ku Amerîka û Polonya jiber hilbijartinan bi zexta navxweyî re rûbirû mane jî, ewê piştgirîyên xwe yên xurt yên jibo Ukrayna bidomînin.

Shapps dîyar kir ku biryara welatên din çi be jî Brîtanya wê piştgirîya jibo Ukrayna bidomîne.

Hikûmeta Amerîka alîkarîya jibo nexist budçeya dawî ku seba pêşîgirtina daxistina hikûmetê hatibû hazir kirin.

Polonya ku dê 15’ê Cotmehê parlamaneka nû hilbijêre dibêje ewê êdî çekan nede Ukrayna û bala xwe bide ser xurtkirina stokên xwe.

Shapps dîyar kir ku Brîtanya 4 firokên Typhoon dide Polonya û dibe ku jiber hilbijartinê ser piştgirîya jibo Ukrayna girjî çêbin, lê wî welatî heta niha alîkarîyeke pir baş daye Kîevê.

‘’Ez bawer dikim ku piştî hilbijartinan, piştî zelalbûna rewşê, wê helwesteke hîn rind çêbê, ez wisa bawer dikim.’’

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî hefteya borî gotibû ku Polonya wê piştî hilbijartinan piştgirîya xwe ya jibo Ukrayna bidomîne.

Rewşa piştgirîya Amerîka ya jibo Ukrayna jî jiber planên budçeyê û hilbijartinên sala pêş ne dîyar e.

Serokê Amerîka Joe Biden ji Komarîyan dixwaze ku piştgirî bidin bernivîsên ser piştgirîya jibo Ukrayna.

Shapps dîyar kir ku encama hilbijartinên Amerîka çi be jî Washington wî piştgirîya jibo Kîevê bidomîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG