Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dijî Xwedîyê Chelsea Abramovich û 6 Mîlyarderên Rûsî Tole Radigihîne


 Roman Abramovich, milyarderê ku xwedîyê kluba futbolê ya Chelsea ye.
Roman Abramovich, milyarderê ku xwedîyê kluba futbolê ya Chelsea ye.

Brîtanya îro Pencşemê dijî heft mîlyarderên Rûsî yên din qedexeya rêwîtiyê ragihand û herwiha mal û milkên wan yên li wî welatî cemidand.

Serokwezîr Boris Johnson ragihand ku bo kesên ku piştgirî dane êrîşa hovane ya Putin ya dijî Ukrayna ti wargeheke ewle tuneye.

"Emê di şopandina kesên ku derfeta kuştina sivîlan, wêrankirina nexweşxaneyan û bi awayê nerewa dagîrkirina cîrana xwe ya serwer didin, tund bin." Johnson got.

Di nav wan mîlyarderan de Roman Abramovich jî heye ku xwedîyê kluba futbolê ya Chelsea ye.

Hikûmetê ragihand ku mal û milkên Abramovich û şeş welatîyên Rûsî hatine cemidandin, serdana wan ya Brîtanya û bazirganîya wanya bi kes û karsazîyên Brîtanî re hatiye qedexe kirin.

Abramovich hefteya borî gotibû ku ew jiber metirsîya toleyan hewl dide ku Chelsea bifiroşe.

Brîtanya hevdem karsazê Rûsî Igor Sechin jî xist lîsteya toleyan.

Brîtanya ji destpêka dagirkirina Ukrayna ve, ku Moskow wek "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav dike, dijî 20 kesitîyên girêdayî Rûsya toleyên curbicur ragihandine.

Kesên din yên ku di lîsteya toleyên Brîtanya cîh digirin: Oleg Deripaska, ku di kompanîya En+ Group de xwedî par e, Dmitri Lebedev, serokê Bank Rossiya, Alexei Miller, berpirsê kompanîya enerjîyê Gazprom û Nikolai Tokarev, serokê kompanîya Transneft ya borîyê ya dewleta Rûsyayê ne.

XS
SM
MD
LG