Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab dîyar kir ku ew dê bo çareserîya krîza li Afganistanê hemî derfetên xwe bikar bînin.
Raab ji rojnamaye Telegraph re da zanîn ku ji toleyan heta karanîna sîstema fînansê ya navneteweyî ew dê hemî derfetên di destê xwe de binirxînin û hevalbendên xwe jî li dor wan xalan bicivînin.
‘’Em zextê li ser endamên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çêdikin ku bo pêşdeçûnê li ser hin parametreyan li hev bikin.’’ Raab got.
Wî dîyar kir ku ew bi hevkarên girîng yên herêmî yên wek Hîndistan û Pakistanê re dixebitin.
Talîbanê di vê mehê de hikûmeta Afganistanê ya bi piştgirîya Amerîka ji desthilatê gêr kir û kir ku bi hezaran kes ji wî welatî koç bikin.
Wezîrê Derve yê Brîtanya Dibêje Ewê bo Çareserîya Krîza Afganistanê Hemî Derfetan Bikar Bînin
