Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May û Wezîrên Wê Ser Brexitê Kom Dibin


Serokwezîra Brîtanya Theresa May îro Çarşemê dê peymana derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) ji kabîneya xwe re pêşkeş bike.

May, bernivîsa ku bi navê ‘’Brexit’’ê tê zanîn, berî rûniştina li dû nîvro da wezîrên xwe.

Medya Brîtanya radigihîne ku May bi hin wezîran re rû bi rû ser Brexitê axifîye.

Bo Brexit pêk were, divê kabîne û parlamento bernivîsê bipejirînin.

Di parlamentoya bi 650 kursî de, divê bi kêmî ve 320 parlamenter bernivîsê erê bikin, lê hîn ne dîyar e ku dê dengdana li parlamentoyê kengî pêk were.

Ger kabîneya Xanim May peymanê red bike dê peyman rastexwe pûç bibe. Lê ku peyman were pejirandin, Brîtanya dê banga hilcivîneke YE’ê bike.

Li ber e ku ew hilcivîn jî di 25’ê Mijdarê de pêk were.

Di referanduma 2016’an de, ku rêjeya beşdarîyê 72 ji sedê bû, 52 ji sedê gelê Brîtanya piştgirîya derketina ji YE’ê kiribû.

XS
SM
MD
LG