Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Wezîrên Brîtanya Ser Brexitê Karvekişîna Xwe Radigihînin


Du wezîrên Brîtanya, Wezîrê Brexitê Dominic Raab û Wezîrê Xebat û Teqawitbûnê Esther Mcvey karvekişînên xwe ragihandin.

Her du wezîr piştgirîya Brexitê dikin, lê dîyar kirin ku lihevkirina Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa (YE), wek şertên di referanduma sala 2016’an de ne adil e.

Serokwezîra Brîtanya Tehresa May roja Çarşemê bi daxuyanîyekê dîyar kiribû ku kabîne ser lihevkirina nû piştgirîya wê dike.

May dîyar dike ku lihevkirina nû, ‘’rûmet’’ek daye encama hilbijartinê û dê hevkarîya nêz ya bi YE’ê re jî bidome.

Piştî karvekişîna her du wezîran, niha guman çêbûne ku May lihevkirinê bo dengdanê nebe parlamentoyê.

Hin sîyasetvanên di partîya May de bang li wê dikin ku karvekişîna xwe ragihîne.

Di referanduma sala 2016’an de, 52 ji sedê Brîtanya dengên xwe bo derketina ji YE’ê dabûn.

Serokwezîrê wê demê David Cameron piştî encamên referandumê karvekişîna xwe ragihandibû û li şûna wî Theresa May bûbû serokwezîr.

Piştî May li kursîya serokwezîrîyê rûnişt, di navbera Brîtanya û YE’ê de danûstandinên ser veqetînê destpê kirin.

Çaverê ye ku Brîtanya heta Adara 2019’an ji YE’ê derkeve.

XS
SM
MD
LG