Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Parlamanterên Partîya Konservatîf ya Brîtanya Ser Brexitê Karvekişîna Xwe Radigihînin


.
.

Sê parlamanterên Partîya Konservatîf ya Brîtanya, ku li desthilata wî welatî ye, ji partîya xwe vekişîyan.

Heidi Allen, Sarah Wollaston û Anna Soubry, ku piştgirîya Yekîtîya Ewrupa (YE) dikin, dîyar kiSrin ku hikûmet ‘’bi awayekî pir xirab’’ peyvajoya Brexitê birêve dibe.

Wan da zanîn ku partîya wan ber bi rastê ve çûye û li ser karvekişîna wan bandor çêkiriye.

Her sê parlamanter dê beşdarî Koma Serbixwe bibin.

Koma Serbixwe ji alîyê heşt parlamenterên ku ji Partîya Karkeran veqetîyabûn, hatibû ava kirin.

XS
SM
MD
LG