Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Brîtanya Dê Dengdana bo Brexitê Roja Înê Çêke


Parlamana Brîtanya piştî hilbijartina hefteya borî îro Sêşemê cara pêşî kom dibe.

Qralîçe Elizabeth dê roja Pêncşemê li parlamanê bernamaya hikûmeta nû ragihîne.

Li ber e ku dengdana bo Brexitê ya li parlamanê roja Înê çêbe.

Karbidestên Brîtanya didin zanîn ku ew hewil didin ku peyvajoya li parlamanê berî betlaneya Noelê, ku di 25’ê Berfanbarê de destpê dike, bidin destpêkirin.

Di hilbijartina dawî de Partîya Konservatîf bi ferqeke mezin bi ser ketibû.

Rêberê Partîya Konservatîf Boris Johnson piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê dîyar kiribû ku astenga li pêş Brexitê rabûye.

XS
SM
MD
LG