Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Hejmara Rojane ya Keysên Korona Jinûve Bilind Dibe


Brîtanya bi hejmara pêketinên vîrusa korona ya rojane jinûve gêhişt asta bilind ya meha Sibatê.

Karbidestên saxlemîyê bi zêdebûna pêketinên vîrusa korona re balê dikişînin ser cureyên vîrusa korona yên ji Hindistanê yên zûtir û pirtir belav dibin.

Hikûmeta Brîtanya roja Çarşemê 9,055 pêketinên nû yên vîrusa korona ragihand ku ew ji 25’ê Sibatê vir ve hejmara herî bilind e û li gor hejmara roja Sêşemê bi qasî 20 ji sedê zêdetir e.

Berpirsên Brîtanî vê hefteyê rakirina temamê sînordarkirinên vîrusa korona meheke din paş xistibûn û dîyar kiribûn ku ewê lezê bidin bernameyên karanîna vaksînê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Brîtanya 4,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 128,190 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG