Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dijî Cudaxwazên li Donetsk û Luhansk Toleyan Radigihîne


Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss
Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss

Brîtanya îro Çarşemê dîyar ku wê wek bersîvdana hember dagîrkirina Ukrayna ya ji alîyê Rûsya ve, dijî 206 kesan toleyên nû ragihandine.

Wezareta Derve ya Brîtanya got ku di nav wan kesan de 178 piştgirên herêmên cudaxwaz yên li Ukrayna jî hene.

Wezaretê ragihand ku di nava kesên ku hatine ceza kirin de Aleksander Ananchenko û Sergey Kozlov jî hene, ku xwe wek serokwezîrê û serokê hikûmetê yên heremên cudaxwaz - Komara Gel a Donetsk û Luhansk- bi nav dikin.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss dîyar ku wan biryara toleyên nû jiber êrîşên hovane yên bi roketan ser sivîlên li Rojhilata Ukrayna girtine.

"Em îro dijî wan kesên ku piştgirîya herêmên veqetandî yên neqanûnî dikin û hevkarên hovîtîyên dijî gelê Ukraynî ne, toleyan radigihînin," Truss got.

Malbatên din yên olîgark yên Rûsî jî di lîsta toleyên nû ya Brîtanya da cîh girtin: Pavel Ezubov, pismamê mîlyarderê Rûsî Oleg Deripaska û Nigina Zairova, alîkara karsaz Mikhail Fridman.

Brîtanya, dîjî hevjîna wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov Mariya Lavrova jî qedexeya rewîtîyê û cemidandina mal û milkan ragihand.

Wezîr Truss anî ziman ku Brîtanya wê hemî kesên ku alîkarî û piştgirîya şerê Putin ya li Ukrayna dikin, bikin armanca toleyan.

Hikûmeta Brîtanî herwiha wê di vê hefteyê qanûnêke nû derxîne ku derfirotina berhemên hesin,pola, teknolojîyên quantum, materyalên pêşketî û berhemên luks ji Rûsya re qedexe bike.

XS
SM
MD
LG