Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Brîtanî: Brîtanya û Fransa Dê Leşkeran Bişînin Sûrîyê


Rojnameya Brîtanî, Guardian ragihand ku Brîtanya û Fransa ser daxwaza Serok Donald Trump dê hin hêzên leşkerêi bişînin bakurê Surîyê.

Li gor nûçeya rojnameyê, Brîtanya û Fransa bo rê li ber jinûve çêbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) bigirin û piştgirîyê bidin hêzên dijî wê rêxistinê, şandina leşkeran pejirandin.

Trump di meha Berfanbarê de dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vegerîne, lê temamê wan venekişandibû.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku li ser biryara Brîtanya û Fransa, Trump dikare leşkerên din jî vekişîne.

Hîn nayê zanîn ku Brîtanya û Fransa dê çiqas leşker bişînin Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG