Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Karvekişîna Boris Johnson, Jeremy Hunt Bû Wezîrê Derve yê Brîtanya


Jeremy Hunt
Jeremy Hunt

Roja Duşemê piştî ku Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson karvekişîna xwe de li şûna wî Wezîrê Saxlemîyê Jeremmy Hunt hat erkdar kirin.

Serokwezîrîya Brîtanya ragihand ku Qralîçeya Duyê ya Brîtanya Elizabeth jî erkdarkirina siyasetvanê ji Partîya Konservatîf pejirandîye.

Li şûna Hunt jî, Matt Hancock bû Wezîrê Saxlemîyê yê Brîtanya.

Hikûmeta Brîtanya ya ku serokwezîra wê Theresa May e, jiber karvekişînên di 24 demjimêrên dawî de, di demên dijwar re derbaz dibe.

Johnson dabû zanîn ku ew û May derbarê Brexitê cihê difikirin û roja Duşemê karvekişîna xwe dabû. Berî wî, Wezîrê Brexitê David Davis û cîgirê wî Steve Baker jî karvekişîna xwe dabûn.

XS
SM
MD
LG