Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Paş Dixe


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku li welatê wan hejmara pêketîyên vîrusa korona jinûve zêde dibe û got ku ‘’Divê em pêlî frenê bikin.’’

Johnson bi preskonferansekê da zanîn ku li bakurê welatê wan pêketina vîrusa korona zêde bûye û dîyar kir ku wan li wir tedbîrên herêmî standine.

Li ber bû ku cîhên wek salonên bowlîngê, pîstên patenê û qumarxane bi sistbûna di 1’ê Tebaxê de vebûna, lê ew vebûna wan jiber pêketinên nû bi kêmî ve heta 15’ê Tebaxê hat paş xistin.

Çaverê ye ku sistkirina tedbîrên li dawetan jî were taloq kirin.

Dîrektora Saxlemî ya Brîtanya Chris Whitty dîyar kir ku li gor îstastîstîkên wan ew bi sistkirina tedbîran hatine ber sînor û ger sistkirina tedbîran bidome ewê vîrusa korona pirtir belav be.

Rêvebirîya Xweser ya Skotlandê jî bang li hemwelatîyên xwe kiribû serdana bakurê Brîtanya nekin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya pirtir ji 300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 46,204 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG