Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Tedbîrên li Leicesterê Jinûve Berfireh Dike


Hikûmeta Brîtanya jiber zêdebûna pêketîyên nû yên vîrusa korona yên Leicesterê, li wî bajarî jinûve tedbîr tund kirin.

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock dîyar kir ku dê ji roja Sêşemê pê ve dikanên ku kelûpelên bi lez pêwîst nafiroşin, werin girtin.

Li gor biryara hikûmeta Brîtanya, ji roja Şemîyê pê ve hemî bar û restoranên li welêt dê vebûna, lê yên li Leicesterê dê girtî bimînin.

Hancock dîyar kir ku di hefteyeke dawî de 1 ji 10 pêketîyên vîrusa korona li Leicesterê hatine tespît kirin.

Wî da zanîn ku piranîya dibistanên li wî bajarî jî dê werin girtin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya pirtir ji 310,000 kes bi vîrusa korona ketine û 43,659 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG