Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hişyarî Dide ku li Mariupolê Rîska Belavbûna Kolera Heye

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Mariuopolê ya li başûrê Ukrayna rîska belavbûna kolera derketiye.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya dîyar kir ku li Mariupolê sîstema saxlemîyê li ber hilweşînê ye.

Li gor daxuyanîya wezaretê, Rûsya li cîhên ku kontrol bi dest xwe xistiye hewil dide xizmetên sereke bide.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî meha borî ser rîska kolerayê ya li Mariupolê hişyarî dabû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG