Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Brîtanya: May Xwe bo Karvekişînê Hazir Dike


Medya Brîtanya radigihîne ku ser serokwezîra wî welatî Theresa May zextên karvekişînê pirtir dibin.

Rojnameya Times îdia kir ku jiber ku wezîrên May dijî peymana Brexitê ya nû derdikevin dibe ku ewê sibê Înê karvekişîna xwe ragihîne.

BBC’yê jî da zanîn ku dibe ku îro Pêncşemê jî hin wezîr karvekişîna xwe bibêjin.

Wezîrekî ku nexwest navê wî eşkere bibe ji BBC’yê re got ku ‘’bo May dawîya rê xuya dibe.’’

Peymana Brexitê berê sê caran li parlamantoyê hatibû red kirin û May hewil dida ku wê peymanê careke din bîne pêş parlamantoyê.

XS
SM
MD
LG