Brîtanya vaksîna vîrusa korona ya Moderna, ku kompanîyeke Amerîkî ye, pejirand.
Hikûmeta Brîtanya berî ya Moderna, bo vaksînên Pfizer – BioNTech û Oxford – AstraZeneca destûr dabû.
Berpirsên Brîtanî 17 mîlyon vaksînên Moderna wesandine, lê çaverê ye ku ew di mehên biharê de hazir bin.
Li seranserê Brîtanya heta niha 1,9 mîlyon kesan dozên pêşî yên vaksînan li xwe dane.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya bi qasî 3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 79,959 kes bi wê mirine.