Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brîtanya Ser Parastina Peymana Navokî Geşbîn E


Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt dîyar kir ku bo rê li ber pûçbûna peymana navokî were girtin, wext heye.

Hunt li Brukselê ji rojnamevanan re da zanîn ku Îran bi qasî salekê ji çêkirina bombeya navokî dûr e.

‘’Wext teng dibe, lê bo xelaskirina peymanê fersendeke biçûk heye’’ Hunt got.

Piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya û Îranê biryara zêdekirina uranyum3e da girjîya di navbera her du dewletan de jinûve gurtir bû.

Hunt, ku li ber e di demeke nêz de bibe serokwezîrê Brîtanya, dîyar dike ku divê bandora Îranê ya li herêmê kêm bibe, lê dijî helwesta Amerîka disekine.

Wî da zanîn ku her çiqas ser mijara Îranê ew bi temamî wek Amerîka nafikire jî ewê hevkarîyê bidomînin

XS
SM
MD
LG