Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Qonaxa Dawî ya Normalbûnê Çar Hefteyan Paş Dixe


Brîtanya jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona qonaxa çaran ya normalbûnê paş xist.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson biryara ser paşxistina normalbûnê bi preskonferansekê ragihand.

Boris Johnson dîyar kir ku hikûmet jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Delta ketiye fikaran ku karbidestên saxlemîyê dibêjin ku pêketinên heftane 64 ji sedê zêde bûne.

Johnson da zanîn ku nexweşên di çavdêrîya krîtîk de jî pirtir dibin.

Hikûmetê Johnson di meha Sibatê de planeke çar qonaxî ragihandibû û di qonaxa dawî de temamê cîhên wek bar û restoranan vedibûn.

Çaverê bû ku qonaxa çaran û ya dawî ya normalbûnê di 21’ê Hezîranê de destpê bikira, lê bi vî awayî ew qonaxa di 17’ê Gulanê de destpê kiriye dê piştî 21’ê Hezîranê jî çar hefteyan bidome.

Li gor agahîyên fermî yên Brîtanya, vîrusa korona li Brîtanya bi qasî 128,000 kes kuştine ku ew welat bi wê hejmarê li cîhanê di rêza heftan de ye.

XS
SM
MD
LG